Rojhelat: Dîsa kolber hatin qetilkirin

Rojhelat: Dîsa kolber hatin qetilkirin

PeyamaKurd - Hate ragehandin ku kolberê bi navê Soran Ebdî yê xelkê Baneyê li ser sinorê Hengejaleya Baneyê di encama gulebarana rasterast a hêzên rejîma Îranê ve hatiye kuştin.

Hate zanîn ku Soran Ebdî zewicandî û hevjîna wî ducanî ye.

Rêxistana Mafê Mirovan (Hengaw) a Rojhelatê Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir ku “Kolberekî xelkê sinorê Ciwanro yê bi navê Mihemed Bayer Mihemedê 48 salî jî, li ser sinorê Newsûdêy ji ber rawestiyana dilî canê xwe ji dest daye.

Hengawê ragihand ku kurê Bayer Mihemed ê bi navê Mîlad Mihemed ê 15 salî, roja Înê li ser heman sinorî ji bilindahiyekê ketiye xwarê û bi giranî birîndar bû û niha li jêr çavdêriya pizişkî ye.

Ji aliyê din ve di Newroza îsal de du kolber, li ser sinorên Rojhilatê Kurdistanê bi gulebarandina hêzên rejîma Îranê hatin kuştin.

Malpera Kolber Newsê jî ragehand ku di heyama navbera Newroza par heta Newroza îsal de, li sinorên parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê 44 kolber hatine kuştin û 400 kolber jî hatine birîndarkirin ku 37 ji wan kuştî û birîndaran zarokên di bin jiyê 18 saliyê de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin