PeyamaKurd – Li herêmeke Yemenê ku ev çend sal in şerê navxweyî berdewam e, herêma başûr bi piştgiriya Îmaratê Rêveberiya Xweser ragihand.
Li ser malpera Konseya Veguhêz a Başûr hat ragihandin ku bi sedema hikûmeta Yemenê erkên xwe bicih nayîne, wan ji bo jiyaneke bi rûmet û parastina mafên welatiyan rêveberiya xwe ya xweser ragihandiye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Rêveberîyê ji şeva borî ve fermana rewşa awarte û ragihandina xweseriyê daye hêzên leşkerî yên herêma başûrê Yemenê.
Rêveberiya Başûrê Yemenê wekî hinceta vê pengavê jî bicih neanîna Rêkeftina riyadê û pirsgirêkên di şerê dijî Hûsiyên girêdayî Îranê de nîşan da.
Lê belê Hikûmeta Yemenê ya Koalîsyona Siûdî piştgiriya wê dike, ragihandina xweseriyê red kir û Wezîrê Derve yê Yemenê Muhammed el-Hadramî ragihand ku ev tê wateya berdewamkirina serhildana çekdarî û binpêkirina rêkeftina Riyadê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin