Rojhilat | Malbata girtiyê Kurd bi belgeya mirinê ji îdama kurê xwe haydar bû

PeyamaKurd - Piştî çend hefteyan ji îdamkirina veşartî ya girtiyê siyasî yê Kurd Hemîd Husênnijad Heyderanlo, Îdareya Tomarkirina Nifûsê ya bajarê Çaldiranê belgeya mirinê derxist û radestî malbata wî kir.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihandiye ku 5ê Gulanê roja Duşemê piştî ku malbata girtiyê siyasî serdana Îdareya Tomarkirina Nifûsê ya Çaldiranê kiriye, belgeya mirina wî hatiye derxistin û bi awayekî fermî radestî malbatê hatiye kirin.
Li gorî vê belgeyê, çend hefter bi ser îdamkirina Hemîd Husênnijad de derbas bûne û malbata wî jî neehatiye agahdarkirin.
Hate zanîn ku darvekirina Husênnijad li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê de hatiye tomarkirin. Lê belê berpirsên dadgehê ji malbatê re diyar kiribûn ku ew bo Tehranê hatiye şandin û hukmê îdamê di yek ji girtîgehên vî bajarî de hatiye bicihkirin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di raporekê de ragihandibû ku ev girtiyê siyasî bi awayekî veşartî di girtîgeha Urmiyeyê de hatiye îdamkirin û termê wî jî ji aliyê hêzên Wezareta Îstixbaratê ve li cihekî nediyar hatiye veşartin.
Hate diyarkirin ku termê wî li cihekî ku ji malbatê re nayê gotin hatiye veşartin.
Hemîd Husênnijad Heyderanlo xelkê gundê "Segirîk" ê ser bi Çaldiranê û bavê sê zarokan bû ku tevî çend hemwelatiyên Afganî li herêma sînorî ya Çaldiranê ji aliyê hêzên pasevanên Îranê ve hatibû desteserkirin. Tevî ku hemû tohmetên ser xwe red kiribûn jî dadgeha rejîma Îranê bi tohmeta PJAK/PKKê biryara darvekirina wî dabû.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




