Rojnamevana Kurd, wekî endama meclisa rêvebir a IFJê hat hilbijartin

Rojnamevana Kurd, wekî endama meclisa rêvebir a IFJê hat hilbijartin

PeyamaKurd-Ji aliyê Sendîkaya Rojnamevanên Kurd ên Herêma Kurdistanê ve hat ragihandin ku rojnamevana Kurd, Dr. Nezaket Husên, ji bo Federasyona Rojnamevanên Jin a Navneteweyî (IFJ), wekî endama rêvebir a meclisê hatiye hilbijartin.

Di daxuyaniya Sendîkaya Rojnamevanên Kurd de hat ragihandin ku duh li paytexta Ummanê, Muskatê civîn çêbûye û Dr. Nezaket Husên, bi piraniya dengan wekî endama rêvebir a Meclisa IFJê hatiye hilbijartin. Li gorî agahiyên hatin parvekirin, Dr.Nezaket Husên, bi dengên 150 endaman hatiye hilbijartin.

Li gorî daxuyaniyê, Dr. Nezaket Husên dê ji xebatên Rojhilata Navîn û welatên Ereb berpirsiyar be. Dr. Nezaket Husên, Kurdeke Helepçeyî ye û ji bilî beşa çapemeniyê, peywirdara hîndekariyê ya zanîngehê ye.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin