DAISê li Mûsilê 2 jin kustin û zarok birîndar kirin

DAISê li Mûsilê 2 jin kustin û zarok birîndar kirin

PeyamaKurd - Endamên rêxistina terorîst a DAIŞê êrişî gundekî Mûsilê kirin û 2 kuştin û hejmarek zarok jî birîndar kirin. 

Li gorî agahiyên medyaya Iraqî, îro danê sibehê terorîstên DAIŞê êrişî gundê Xezreciye yê nehiyeya Behac ya Mûsilê kirin.

Li gorî zanyariyan, dema çekdarên DAIŞê êriş kirin gundiyan jî bi çekan bersiv dan ji ber wê jî şerekî giran derket. Di encamê de herî kêm 2 jin hatin kuştin, komek zarok û mezinekî wê deverê bi navê Betah Gihêt jî birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin