Heyeta Amerîkayê ji ser masê rabû

Heyeta Amerîkayê ji ser masê rabû

PeyamaKurd- Di navbera Kore ya Başûr û Amerîka de li ser parvekirina mesrefa hêzên artêşa Amerîkayê yên ku li Koreyê dimînin, hevdîtin di navbera her dû dewletan de dihatin kirin. Di dema heyetên her dû aliyan rûniştin, heyeta Amerîkayê pêşniyarên Koreyê kêm dîtin û terka masa hevdîtinê kirin. Hevdîtin li payîtexta Kore yê li Seûlê dihat kirin.

Serokê heyeta Amerîkayê, şêwirmendê wezareta karên derve James DeHart, bo çapemeniyê weha ragihand:

“Mixabin pêşniyarên heyeta Koreyê nebû bersiva teklîfa me ya wekhevî û parvekirina dadwerane. Em dixwazin hevdîtin dewam bikin.”

Li gor medyayê Amerîka ji Koreyê xwestiye ku mesrefê 5 car li ya berê zêdetir bike. Jimara leşkerên Amerîkayê yên li Koreyê 28 heza û 500 kesin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin