“Sûriye avakirina Komîta Makezagonê qebûl kir”

“Sûriye avakirina Komîta Makezagonê qebûl kir”

PeyamaKurd- Temsîlkarê taybet yê Neteweyên Hevgirtî bo Sûriyê Geir Peterson ragihand ku rejîma Beşer Esed avakirina Komîta Makezagonê ya Sûriyê qebûl kiriye. Peterson got ku alîkariya Rûsyayê di mjarê de çêbûye.

Nûçe ji aliyê rojnama Şerq el Ewsetê de hat belavkirin ku çavkaniya xwe dibe ser binkeya  NewYorkê. 8 sale ku li Sûriyê şer heye û dibe ku ev qebûlkirin bibe sedema ku deriyeka aştiyê ji Sûriyê re vebe.

Komîta makezagonê dê ji 50 kesî ava bibe. Hinek ji wan ji aliyê hukumeta Sûriyê de dê bên bijartin, hinek ji wan ji aliyê muxalefetê de û yên din ji şexsiyetên navdewletî û temsîlkarên rêxistinên civakî dê bên bijartin. Sûriye bi vî awayî Komîteyê qebûl nedikir lê bi mudaxeleya Rûsyayê pirsgirêk çareser bû.

Niha Pedersen kete nava tevgerê da dest bi avakirina komîteyê bike û dê ewilî bi Hukumeta Sûriyê re û paşî bi Komîta Muzakereyan ya Sûriyê re şêwra xwe bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin