PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîna rojnamevanî de diyar kir ku divê Kurd bi rêveberiya Şamê re hevdîtinan bikin û got, “Heger herêmên Kurdan bo rêveberiya Sûriyê werin radestkirin, mertirsiyên ewlekariyê bi cîranên Sûriyê re namînin.”
Zaxorova wiha axivî: “Wekî ku gelek caran em tînin ziman, Kurd beşek ji civaka Sûriyê ne. Heger herêmên Kurdan bo rêveberiya Sûriyê werin radestkirin, mertirsiyên ewlekariyê bi cîranên Sûriyê re namînin.”
Berdevka Rûsî da xuyakirin ku ew ji ber ku stratejiya Washingtonê nizanin, pê ne ewle ne ku ji Sûriyê vekişin û got, “Niha mîna vedikişin xuya dikin, lê wekî fîlmê evînê ji bo bimînin li hincetan digerin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin