Rusya | Pûtîn derbare Sûriye, Îran û Tirkiyê de daxuyaniyek da

Rusya | Pûtîn derbare Sûriye, Îran û Tirkiyê de daxuyaniyek da

PeyamaKurd – Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihanad ku, hewildanên ji bo îstiqrara Sûriyeyê, serkeftina Rûsya, Îran û Tirkiyê ye.

Pûtîn, li Bîşkekê beşdarî lûtkeya rêxistina hevkariyê ya Şangayê bû ku serokwezîr û nûnerên welatên endamê wê rêxistinê jî amade bûn.

Ji hêla din ve Serokê Rûsyayê Pûtîn, bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re jî civiya û diyar kir ku di navbera welatê wî û Îranê de peywendiyên xurt û pir alî hene.

Pûtîn da xuyakirin ku ji bo tunekirina terorê li Sûriyê û dabînkirina seqamgeriya herêmê hewil didin, “Bi saya pozîsyona bi bandro ya Îranê me gelek tişt kirin. Bêguman ev serkeftina me yanî ya Rûsya, Îran û Tirkiyê ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin