Serokê CHPê yê wî bajarî rastî êrisekê hat

Serokê CHPê yê wî bajarî rastî êrisekê hat

PeyamaKurd - Serokê bajarê Sêrtê yê Partiya Komariya Gel (CHP) Nevaf Bilek li navçeya Dihê hat derbkirin. 

Li gor agahiyan, Nevaf Bilek ji Meydana Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê ji hêla hin kesên ku nasnameyên wan nehat zanîn ve hat derbkirin. 

Nevaf Bilek di êrîşê de birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dihê. Bilek piştî midaxelaya pêşî a li Nexweşxaneya Dewletê ya Dihê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hat veguhestin. 

Tîmên ewlekariyê li ser êrîşê 6 kes desteser kirin. Derbarê gumanbaran de lêpirsîn edlî û emnî didomin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin