PeyamaKurd- Serokê dewleta Îranê Hesen Rûhanî, îro bi rêya telefonê bi serokwezîrê Îspanyayê bi Pedro Sanchez re di rêya telefonê de axifî û got:
“Amerîka nahêle krediya me ya ku me ji IMF ê xwestiye bide me.”
Rûhanî got eger bixwaze, Îran amade ye tecrubeyên xwe yên di derbarê koronavîrusê de bi Îspanya re parvebike û weha dewam kir:
“Di haletên weha de divê têkiliyên di navbera dewletan de li ser bingeha mirovahiyê be û mirov li dijî siyaseta dijminahiyê derê. Lê Amerîka di halê me yê koronavîrusê de jî zor daye dorpêçên ser me û di warê tenduristiyê de jî her dewam dike. Amerîka nahêle ku IMF krediye bide me. Daxwaza me ji Awrûpa û Îspanyayê ew e ku li dijî van kiryarên Amerîkayê yên neqanûnî derên.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin