PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro li Selaheddîn pêşwaziya serokê berê yê Parlamentoya Iraqê û Emîndarê giştî yê Partiya Girdbûneveya Medenî Çaksazî ya Iraqê Selîm Cibûrî kir.
Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand, di hevdîtina ku Elî Husên Berpirsê Mekteba Peywendiyên Kurdistanî û Iraqî ya Partiya Demokrata Kurdistanê jî tê de amade bû, guhertin û pêşhatên siyasî yên dawî li ser asta Iraq û navçeyê hatin axaftin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Birêz Cibûrî rola Serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê li rasterêkirina proseya siyasî û aramî û binyatnana dewleta medenî de bilind nirxand.”
Di hevdîtinê de herwiha tekezî li ser berdewamiya peywendiyên di navbera herdu aliyan û hemahengiya siyasî û Parlemenî hat kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin