Îbrahîm Biro: ENKS û pêsmergeyên Roj dê vegerin Rojava

Îbrahîm Biro: ENKS û pêsmergeyên Roj dê vegerin Rojava

PeyamaKurd- Serpereştê ENKS ê Îbrahîm Biro bo malpera KDP.info yê ragihandiye ku wan bi Amerîka re li ser Navçeya Aram axifîne û Amerîka bo wan gotiye ku bi Navçeya Aram re wê ENKS û Pêşmergeyên Roj dagerin rojavayê Kurdistanê. Berpirsê pêwendiyên ENKS ê weha dewam kiriye:

“ Di çend rojên derbasbûyî de em ligel berpirsên Amerîka civiyan û me behsa Navçeya Aram kir. Amerîkiya ji me re gotin ku wan û Tirkiyê li ser çend xalên sereke di derbarê Navçeya Aram lihev kirine. Lê gotin ku hêj li ser gelek xalan bi Tirkiyê re lihev nekirine, wek rûbera wê navçeyê.”

Biro got ku Tirkiye razî nabe HSD û PYD vegerin navçeya aram. Eger li serê rêkeftin hebe, baştire ku ji şer dûr be. Niha metirsiya şer heye. Eger Amerîka û Tirkiye lihev nekin, car din tirs heye ku li wê derê şer çêbibe. Îbrahîm Biro axaftina xwe weha dewam dike:

“Bi ragihandina Navçeya Aram re, dê ENKS bi hêza siyasî û leşkerî vegere Rojavayê Kurdistanê. Emê roleke baş di wê navçeyê de bibînin û em dikarin wê navçeyê birêve bibin. Amerîka jî dixwaze xelkê navçeyê rêvebriya xwe bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin