Tista nedîtî... Asayisa Tirkan nahêle mela here mizgeftê

Tista nedîtî... Asayisa Tirkan nahêle mela here mizgeftê

PeyamaKurd - Îmamê fexrî yê mizgefteke gundekî Cizîrê ku ji ber waazên Kurdî hatibû binçavkirin, niha jî ji xeynî demên nimêjê ketina wî ya nav mizgeftê hat qedexekirin.

Hat ragihandin ku li gundê Dirsekliya mezreya Îsa Axa ya Cizîrê Melayê bi navê M.K, bi sedema ku rojên înan waazên Kurdî dide li ser gilî ji aliyê cendermeyan ve hatibû binçavkirin.

Cendermeyan ji mela pirsîne, li dijî dewletê û bi Kurdî waaz dane nedane û piştî hatiye berdan lê ji aliyê miftîtiya Cizîrê ve ji karê xwe hatiye wergirtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin