PeyamaKurd - Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskiy ragihand ku wan li dijî Pira Kerçê ya ku Kirimê bi Rûsyayê ve girêdide, "êrîşeke nedîtî" pêk anîne.
Ev êrîş wekî bersiveke li dijî êrîşên berdewam ên Rûsyayê yên li ser binesaziya Ûkraynayê hatiye lidarxistin.
Zelenskiy da zanîn ku operasyon bi hevkariya Saziya Ewlehiyê ya Ûkraynayê û Serfermandariya Giştî hatine meşandin û di encamê de pira sereke ya leşkerî bi giranî zirar dîtiye û êdî nayê bikaranîn.
Di êrîşê de gelek sîstematîkên pêşketî, di nav de fuzeyên Neptune û dronên curbicur hatine bikaranîn.
Piştî van êrîşên ku di nav du rojan de pêk hatin, Pira Kirimê bi temamî ji trafîkê re hat girtin û hate ragihandin ku pir êdî nayê bikaranîn, lewma veguhastina di navbera Kirim û Rûsyayê de niha bi rêya ferîbotan tê kirin.