PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê sibê ji bo Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn der barê Îdlibê de qanih bike here Rûsyayê.
Ji Navenda Çapemeniyê ya Serokkomariya Tirk der heqê seredana Erdogan de daxuyaniyek hat belavkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Erdogan dê sibê ji bo ziyareta xebatê biçe bajarê Soçiyê Federasyona Rûsyayê û wiha hat gotin:
"Di çarçoveya ziyaretê de dê Erdogan bi Serokê Dewletê yê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtineke dualî bike. Herwiha tê pêşbînîkirin ku di çarçoveya bernameyê da bi beşdariya wezîr û rayedarên peywendîdar va dê hevdîtineke di navbera heyetan da jî were kirin. Di hevdîtinan da mijarên siyaset, aborî û vejenê yên di peywendiyên dualî yên Tirkiye-Rûsyayê da bên gotûbêjkirin û herwisa Sûriye di serî da herdu alî dê nêrînên xwe yên li ser hin meseleyên herêmî û navneteweyî bi hev ra parve bikin."
Erdogan û Pûtîn hefteyek berê jî li Tehranê ji bo Îdlibê hevdîtin kiribû û Rûsyayê ragihandibû wê şerê Îdlibê were destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin