Pompeo: Trump dixwaze serdestiya leskerî li Suriyê deyne

Pompeo: Trump dixwaze serdestiya leskerî li Suriyê deyne

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, li welatê Misrê li payîtext Qahîre peyameka din di derbarê Sûriyê de da. Bi peyamê re aqilê herkesî tevlihev bû. Pompeo weha got:

“Donald Trump difkire ku careka dinê di seha leşkerî de, desthilatiya xwe deyne. Lê ez hêvî dikim ku pêdivî bi veya nemîne. Amerîka di Rojhilata Navîn de her wext azad kiriye. Ti carê nebûye dagirker.”

Pompeo got; her dema ku Amerîka mudaxele bi derekê dike û jê vedikişe li wê derê tevlihevî (kaos) çêdibe.

Pompeo di van rojan de gelek caran peyaman daye û peyamên wî li dijî hev xuya dikin lê bo kîjan pirsan û di kîjan şert û mercan de kîjan gotina gotiye, divê di nava pirs û babeta xwe de bên şirovekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin