Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Kuweytê bi dawî bû

Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Kuweytê bi dawî bû

PeyamaKurd – Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Kuweytê, piştî civîna bi Mîrê Kuweytê yê nû Newaf el Ehmed el Cabir el Subah re, bi dawî bû.

Nêçîrvan Barzanî îro bi serdanekê çû Kuweytê, ji aliyê Newaf el Ehmed el Cabir el Subah ve li dîwana mîrîtiyê hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî hevxemiya xwe û serkirdatiya Herêma Kurdistanê bo koça dawî ya Şêx Subah el Ehmed el Cabir Subah, mîrê berê yê Kuweytê nîşan da û herwiha pîrozbahîkirina li Mîrê Kuwêtê yê Nû, Newaf el Ehmed el Cabir el Subah kir.

Di derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bo Kuweytê, Şêx Elî Cerah el Subah Wezîrê Karûbarê Dîwana Mîrî ya Kuweytê, da zanîn pêwendiyên Kuweytê li gel serkirdatiya Herêma Kudistanê dîrokî ne.

Şêx Elî Cerah el Subah destnîşan kir, di serdema xwedê jê razî Mistefa Barzanî û birêz Mesûd Barzanî de û niha jî cenabê serok (Nêçîrvan Barzanî), lewma ev serdana serkirdeyên Herêma Kurdistanê bo sersaxiyê xerîb nîne. Berdewam Kuweyt û xwedê jê razî Subah el Ehmed el Cabir, peywndiyên baş hebûne li gel tevahiya serkrideyên Iraqê, tevî serkirdeyên Herêma Kurdistanê jî.

 

 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin