Kadrî Yildirim: “Rewsa min ya tenduristiyê ber bi basbûnê ve diçe”

Kadrî Yildirim: “Rewsa min ya tenduristiyê ber bi basbûnê ve diçe”

PeyamaKurd – Serokê berê yê Enstîtuya Zimanên Zindî yê zankoya Artûklû ya Mêrdînê û hem parlementerê berê yê HDP ê Prof. Kadrî Yilidirim di 24 ê meha mijdarê de bi sedema kovid-19 ê li Diyarbekirê wî biribûn nexweşxaneyekî taybet û heya niha li nexweşxanêye.

Yildirim di beşa hûrlênêrînê ya nexweşxanê de tê dermankirin. Yildirim di ser hesabê xwe yê Whatsappê de rewşa xwe weha ragihand:

“ Silav ji herkesî re. Rewşa min a tenduristiyê ber bi başbûnê ve diçe. Ez nikarim bersiva telefon û peyamên we bidim. Spas ji bo we hemûyan, hêvîdarim di rojên tendurist de em ê hev dîsa bibînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin