SOHR: Di 22 girtîgehên Girê Spî û Serê Kaniyê de 1200 kes girtî ne

SOHR: Di 22 girtîgehên Girê Spî û Serê Kaniyê de 1200 kes girtî ne

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li her du bajarên Rojavayê Kurdistanê Serê Kaniyê û Girê Spî yên dagirkirî, 22 girtîgeh hene û nêzî 1 hezar û 200 kes ji aliyê komên çekdar û artêşa Tirkiyê ve di wan girtîgehan de hatine girtin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku Tirkiye û çekdarên bi ser wê ve, li girtîgehên xwe yên li Efrîn, Cindêris, Bab, Ra’î û Ezazê, her cure îşkence û lêdanê li girtiyan dike û fidyeyan ji malbatên wan dixwazin ku bi taybet jî ji kesên Kurd.

Li gorî Çavdêriyê, li Serê Kanî û Girê Spî 22 girtîgeh hene ku têra 3 hezar kesî dikin, lê niha nêzî hezar û 200 kes bi tawanên cur bi cur tê de girtî ne.

Li gorî SOHRê Tirkiye gelek kesan bi tohmeta pêwendiya wan bi HSDê re heye digire û dişîne Tirkiyê, daku wan li dadgehên xwe darizîne.

Çavdêriyê da zanîn ku li herêmên koma Heyet Tehrîr El-Şam jî, 4 girtîgehên fermî hene û nêzî hezar û 500 kes tê de girtîne.

SOHRê da xuyakirin ku nêzî 20 girtîgehên nefermî li Heleb, Idlib û Laziqiyê û gundewarên wan jî hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin