PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Duhokê ragihand ku tevahiya kesên ku li Duhokê bi vîrusa koronayê ketibûn, baş bûne.
Tenduristiya Duhokê di daxuyaniya xwe da zanîn, li Duhokê tenê 3 kesên ku bi vîrusa koronayê ketibûn, mabûn. Ew jî baş bûne û êdî ti nexweşekî din nemaye.
Li gorî Tenduristiya Duhokê, bi giştî li Duhokê 19 kes bi vîrusa koronayê ketibûn û hemû jî baş bûne vegeriyane malên xwe.
Herwiha li Silêmanîyê jî ti nexweşên kronayê nemane.
Li gorî ragihandina Tendurîstîya Hewlêrê jî 2 tûşbûyên koronayê baş bûne û vegerîyane malên xwe. Li gorî amarên dawî li Herêma Kurdistanê tenê 15 nexweşên vîrusa koronayê mane ku ew jî li Hewlêrê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin