PeyamaKurd - Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo 4 wekîlên berê yên HDPê ku parêzbendiya wan hatibû betalkirin, ji Tirkiyê parastin xwest.
Parlamentoya Tirkiyê 20ê Gulana 2016an 53 jê HDP’yî parêzbendiya 150 parlamenteran rakiribû û tenê parlamentariya HDPyiyan hatibû betal kirin.
DMMEyê berê ji bo parlementerên ku ji parlamenteriyê hatine xistin: Selma Irmak, Ahmet Yildirim û Ibrahîm Ayhan parastin xwestibû.
Dadgeha Ewropayê vê carê jî ji bo xistina parlamentariya HDPiyan ji Enqerê parastin xwest ku li gorî parastina Tirkiyê dê DMME biryarê bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin