PeyamaKurd - Ligel destpêkirina sala nû ya xwendinê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, daxwaz û nerazîbûna bo xwendina bi zimanê Kurdî bûye mijar û kampanyayek bo xwendina bi zimanê Kurdî hat ragihandin
HAK İnisiyatifi’nden ana dil kampanyası: Dil Yuvadır https://t.co/0CyGAgLaCt#DilYuvadır #ZimanHêlîne #ZiwanHalîno
— Diyarbakır HAK İnisiyatifi (@inisiyatifAmed) September 7, 2019
Nûnertiya Înîsiyatîfa Heq (Hak İnisiyatifi) li Ameda Bakurê Kurdistanê kampanyayek bi navê “Ziman Hêlîn e” da destpêkirin.
Derbarê vê yekê de Nûnerê Înîsiyatîfa Heq Reha Ruhavioglu dibêje:"Li gor lêkolînên me ciwan kêmtir zimanê Kurdî dizanin û bikartînin. Nifş li pey nifş zanîn û bikaranîna zimanê Kurdî kêm dibe. Kurdên Bakurê Kurdistanê ji zimanê xwe hez dikin, lê bikarnayînin. Ji sedî 10ê ciwanan nûçeyan bi zimanê Kurdî dixwînin û ji sedî 15ê wan bi Kurdî diaxifin."
Reha Ruhavioglu diyar kir ku li gor daneyên berdest wan biryar da kampanyayekê rabighînin û heta 21ê Îlonê berdewam dibe.
Ruhavioglu diyar kir ku ew Kurdan han didin ku zimanê Kurdî bikarbînin û du peyamên wan hene: “Yekem ji dewletê re dibêjin astengên li ber bikaranîna zimanê Kurdî rake. Duyem jî ji Kurdan re jî dibêjin zimanê xwe bikar bînin û zarokên xwe fêrî Kurdî bikin.”
Herwiha Navenda Lêkolîna Rawestê rapirsiyek li bajarên Amed, Mêrdîn, Wan û Rihayê kiriye û bi awayê rûbirû pirsyar ji 600 welatiyan hatiye kirin ku temenê wan di navbera 18-30 salan de bûye. Encam bi vî awayî ne:
Ji sedî 39ê beşdariyan dibêje her kesek dikare bi zimanê xwe yê dayîkê bixwîne, ji sedî 45 dibêje divê zimanê perwerdeyê hem bi Tirkî û hem bi Kurdî be, ji sedî 13 dibêje divê zimanê perwerdeyê bi Tirkî be û zimanê dayîkê cuda bê xwendin û ji sedî 3 jî dibêje divê zimanê perwerdeyê bi Tirkî be, pêdivî bi xwendina bi zimanê dayîkê nake.
Ligel ku çendîn sal e komele û rêxistinên taybet bi zimanê Kurdî daxwazê ji dewleta Tirkiyê dikin daku zimanê Kurdî jî bibe fermî û bê xwendin, lê heta niha jî daxwaza wan nehatiye cîbicîhkirin û îsal jî Sala Perwerde û Fêrkariyê ya 2019-2020an her bi heman awayî destpê kir.
Türkiye'deki yasak ve engeller sebebiyle bugün gençlerin en az yarısı kendi dilinde konuşamıyor.
— Diyarbakır HAK İnisiyatifi (@inisiyatifAmed) September 7, 2019
Sadece anlamak yetmez.
Ana dilinizi hem okuyup hem yazıp hem konuşmak istemez misiniz? #DilYuvadır #ZimanHêlîne #ZiwanHalîno pic.twitter.com/oudxBiCysT
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin