Li Tirkiyê bêhtirî 100 rojname di salekê de hatine girtin

Li Tirkiyê bêhtirî 100 rojname di salekê de hatine girtin

PeyamaKurd -  Parlementerê Partiya Komariya Gel (CHP) yê bajarê Îzmîr ê Tirkiyê, Atîla Sertel, raporek derbarê zextên li ser ragihandinê de amade kir ku li gorî wê raporê di nav sala 2019an de bêhtirî 100 rojname hatine girtin.

Li gorî rapora parlamentarê CHPê di nav dezgehên ragihandinê yên fermî de, bi giştî 684 rojname hene li Tirkiyê û di çarçoveya parêzgehan de jî li Tirkiyê 422 rojnameyên heremî hene ku tevahî dikin 1106 rojname li Tirkiyê.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku di sala 2019an de bêhtirî 100 ji wan rojnameyan hatine girtin.

Herwiha li gorî wê raporê, li Tirkiyê 7 hezar û 593 rojnemevan di rojnameyan de kar dikin û 15 hezar çapxane û nivîsîngeh jî dixebitin.

Li gorî raporê rêjeya bêkariyê di nav pîşeyê ragihandinê de ji sedî 30 bilind bûye. Di nav 10 salên dawî de jî, hêjmara rojnemevanên bê kar gihîştiye 10 hezar kesan ku 108 rojnemevan hatine girtin û di nav 5 salan de 3 hezar û 804 nasnameyên rojnamevanî jî hatine betal kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin