PeymaKurd - Dezgeha Mafên Mirovan a li Efrînê ragihand ku komeke çekdar a girêdayî artêşa Tirkiyê ji bo azadkirina 2 kesên ku revandine 200 teneke zeytûn wekî fîdye xwestine.
Li gor zanyariyên dezgehê koma çekdar El Hemzat, ji bo berdana 2 pismamên bi navê Adil Muhammed û Omer Muhammed ku 23yê vê mehê revandine, 200 teneke zeytûn xwestine.
Hat diyarkirin ku ew herdu kesên hatine revandin ji gundê Kefrşilê yê Efrînê ne û koma çekdar îdia dike ku ew ji ber berhevkirina zeytûnên gundiyên din hatine destgîrkirin.
Koma çekdar ji bo azadkirina wan jî 200 teneke zeytûn ji wan xwestiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin