PeyamaKurd – Di çarçoveya bersivdana her êrîşeke mûşekî ji aliyê mîlîşyayên Îranê ve, Amerîka tedbîrên ewlekariyê yên bo parastina balyozxaneya xwe li Iraqê tundtir dike.
Li gor rayedarekî payebilind ê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ragihand: "Weke amadekariyeke pêşwext ji bo bersivdana her êrîşeke mûşekî ji aliyê mîlîşyayên Îranê ve, Washington tedbîrên ewlekariyê yên ji bo parastina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê tundtir dike." Herwiha daxwaz ji ji Balyoz Matthew Toler û tîma dîplomasî kir ku ji balyozxaneyê derkevin. Beşek ji dîplomatkaran jî gihîştin Hewlêrê.
Piştî saleke kuştina Qasim Suleymanî û Ebûmehdî Mohemdis ku di êrîşeke esmanî ya Amerîka ya li Bexdayê, di çend rojên borî de hejmarek komên çekdar gefê dixwin, da ku di salvegera kuştina wan de tola wan hildin.
Fermandarê Feyleqa Qudis a ser bi Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebûmehdî Mohendis, roja 03.01.2020an li nêzîkî balafirxaneya Bexdayê, di êrîşeke balafireke bêfirokvan a Amerîka de hatin kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin