Biden hat sûcdarkirin: “Vekisandina Patriotan cesaretê da Îranê”

Biden hat sûcdarkirin: “Vekisandina Patriotan cesaretê da Îranê”

PeyamaKurd – Sanatorê Partiya Komarî ya Amerîkayê Bryan Steil bang li rêvebiriya Joe Biden kir bê sedem çi bû ku sîstema parastina hewayî ya Patriotan ji Rojhilata Navîn vekişand û di mijarê de agahî bide Kongrê ya Amerîkayê. Sanator, Biden sûcdar kir û got bi vekişandina Patriotan cesaretê daye Îranê.

Steil got ku piştî vekişandina Patriotan êrîşên ji aliyê grûbên bi ser Îranê ve bo ser hêzên Amerîkayê zêde bûne û behsa endîşeya xwe ya di derbarê biryara meha borî de ragihand. Steil, bo Joe Biden name şand û got ku bi biryara vekişandina Patriotan, rêvebirî dixwaze bêje ku di peymana nukleerî de arîşeyên navbera her dû dewletan kêmtir bûne lê tê dîtin ku bi dronan li hêzên Amerîkayê û koalîsyonê dixin û Amerîka ferman daye da bersivê bidin û li grûbên Sûriyê yên bi desteka Îranê ne li wan bixin.

Steil, bi sedema endamê meclisa nûneran ya Amerîkayê ye û di komisyona Partiya Komarî ya Lêkolînan de ye, endîşe dike bo Îran vegere ser peymanê, zêde tawîz hatiye dayîn û dê hê jî tawîzê bixwazin.

Di nameyê de heye ku li welatên sîstema Patriotan hatine vekişandin, êrîş zêde dibin û li Erebistanê êrîşên Hûsiyan zêde bûne.

Senator, xwest li ser mijara vekişandina Patriotan nûnerek here Kongreyê û sedeman bo Kongreyê ragihîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin