Sanda Kurdistanê ji bo mûçe û îmtiyazên sehîdan diçe Bexdayê

Sanda Kurdistanê ji bo mûçe û îmtiyazên sehîdan diçe Bexdayê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke Parlamentoya Kurdistanê bi armanca guftûgokirina ser pirsgirêkên kesûkarên şehîdan û îmtiyazên wan dê biçe paytexta Iraqê Bexdayê.

Li gor zanyariyên medya Kurdistanê, bi armanca çareserkirina pirsgirêkên kesûkarên şehîd û enfalan û avakirina hemahengiyê di navbera herdu aliyan ve şandeke ji lijneyê diçe Bexdayê.

Hat zanîn ku ji ber rûniştina parlamentoyê dema çûyînê diyar nebûye, lê heftiya bê lijne dê bicive û dema çûna şandeyê diyar bike.

Derbarê şanda Kurdistanê ya Bexdayê de, Seroka Lijneya Karûbarên Şehîd û Enfalan Sewsen Mîrxan ji BasNewsê re daye xuyakirin, ’Emê hewl bidin hemahengî ligel saziya şehîdên Bexdayê çêbikin.’

Hêjayî gotinê ye, di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser yekkirina mûçeyê kesûkarên şehîdên herdu aliyan gûftûgo berdewam dikin, lê hîn biryara dawî derneketiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin