PeyamaKurd - Ji ber pirsa rojnamevan Cemal Kaşikçi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku, wan serdanên xwe yên siyasî bo Erebistana Siûdiyê bi paş ve xist.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî civîna serkirdeyên Ewropî li Brukselê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku, derbarê pirsa windabûna Kaşikçi de ew li benda zanyariyan e.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron da zanîn ku, di vê rewşa niha de me biryar da ku serdanên xwe yên siyasî bo Siûdiyê bi paş ve bixin.
Biryar bû wezîrê darayî yê Fransayê bi armanca beşdariya dîdara aborî hefta bê serdana Siûdiyê bike lê ew serdan ji ber pirsa Kaşikçi betal bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin