PeyamaKurd – Welatên Misir û Urdinê, piştî daxuyaniyên Amerîka û Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê rêkeftina bo Şingalê ya Bexda û Hewlêrê, piştgiriya xwe bo rêkeftina Şingalê ya ser rêveberî û asayîşa nû ya Şingalê ragihandin.
Wezareta Derve ya Misirê bi daxuyaniyekê ragihand, ew pêşwaziyê li wê rêkeftinê dikin ku derbarê birêvebirina devera Şingalê de li Iraqa dost hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Em piştgiriya rêkarên hikûmeta Iraqê dikin, ku armanc jinavbirina tundrewî û terorê ye bo pêkanîna asayîş û aramiyê li hemû Iraqê û parastina serweriya Iraqê, ji bo pêkanîna daxwazên gelê Iraqa dost taybet bi aramî, girîngîpêdan û pêşketinê.”
Berdevkê Wezareta Derve û Karûbarên Diyasporayê ya Urdinê jî bi daxuyaniyekê piştevaniya Urdinê ji rêkeftina Şingalê re ragihand û got, Urdin li ser raspardeyên Şah Ebdullahê Duyem bi tevahî li kêleka Iraqê ye û di hewldanên ji bo derbaskirina hemû astengiyan û parastina asayişa Iraqê û istiqrar û serweriya wê de piştgiriya hikûmeta Iraqê dike.
Wezareta Derve ya Urdinê diyar kiriye ku Urdinê piştgiriya hewlên hikûmeta Iraqê ji bo pêkanîna xwestekên gelê Iraqê yên pêşveçûn û geşepêdanê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin