Mesrûr Barzanî: Divê civak ji bikarhêneriyê veguhere berhemhêneriyê

Mesrûr Barzanî: Divê civak ji bikarhêneriyê veguhere berhemhêneriyê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro bi hersê serokên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê (Silêmanî, Hewlêr, Duhok) re civiya.

Di civînê de Serokwezîr Barzanî, girîngiya rola çavdêriyê ya encûmenên parêzgehan li ser dam û dezgehên hikûmetê yên di çarçoveya sînorê parêzgehan de anî ziman.

Mesrûr Barzanî daxwaz ji serokên encûmenan kir ku kar li ser bikin daku civak ji bikarheneriyê veguhere berhemhêneriyê.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîna ku Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî amade bû, girîngiya rola encûmenên parêzgehan ji bo çavdêrîkirina bicihkirina karnemeya hikûmetê, bi taybet jî bernameya çaksaziyê, demezrawîkirin û rêkxistina dahat û xerciyan hate kirin, bi awayekî ku hevsengiyê li ber çavan bigire.

Mesrûr Barzanî di civînê de daxwaz ji encûmenên parêzgehan kir, ku hevkariya bi hikûmetê re bikin, ji bo bicihkirina projeyên di çarçova siyaseta giştî de, bi arasteya nehîştina rutîn û asankariyê bo meşandina dosyên welatiyan.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku fermanberên hikûmetê ji Serokê Hikûmetê û wezîran û ta biçûktirîn fermanber di dezgehên hikûmetê de, erkê wan xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê ne bê cudahî, di heman demê de pêwîst e mafên fermanberan jî li ber çav were girtin.

Mesrûr Barzanî herwiha got, pêwîst e ji bo civaka me bikarhêneriyê veguhere berhemhêneriyê kar were kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin