Li ser rêya Hewlêr – Seqlawa bûyera çûnûhatinê: Kesekî can da

Li ser rêya Hewlêr – Seqlawa bûyera çûnûhatinê: Kesekî can da

PeyamaKurd Li ser rêya Hewlêr – Şeqlawa, otomobîlek ji ber leza zêde kontrola xwe wenda kir û di encamê de kesekî can da, kesek jî bi giranî birîndar bû.

Li gor berdevkê polîsê çûnûhatina Hewlêrê Fazil Hacî diyar kir, do 07.06.2021ê êvarî otomobîlek taybet ku li tunela Pîrmam ve ber bi Korê ve diçû ji ber leza zêde ji rê derketiye û ji çiya ketiye xwar û di encamê de kesekî can da û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Herwiha Fazil Hacî eşkere kir, her du qurban jî geştiyarên ereb bûne û ji naverast û başûrê Iraqê ve hatine bajarê Hewlêrê.  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin