PeyamaKurd- Serokê Îranê Hesen Rûhanî di vekirina fabrîqeyeka li eyaleta Kirmanê, li bajarê Baftê axifî û di axaftina xwe de got ku ger Îran bi dewletên dinyayê re pêwendîyên xwe daneyne û bo berjewendiyên xwe li ser maseya muzakereyê rûnenê, wê bi tena serê xwe bimîne. Rûhanî got dê bo berjewendiyên Îranê wê bi herkesî re li ser masê rûnên. Rûhanî di mijara fikrên muhazakaran de, wan rexne kir û weha got:
“Hinek kes wisa difikirin ku em bi dinyayê re hevdîtinan bikin, em ê hêza di destê xwe de wenda bikin. Dewleteka ku di rêya geşepêdanê de be, dibe ku bi tena serê xwe be? Eger em têkiliyan nedeynin, em ê bi tena serê xwe bimînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin