Li gor Yildirim tu problemên Kurdan tunene

Li gor Yildirim tu problemên Kurdan tunene

PeyamaKurd - Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim îdîa kir ku "êdî teror ji rojeva Tirkiyeyê derketiye."

Bînalî Yildirim li Meydana Bajêr ya Sêrtê di mitînga AKPê de axivî.

Yildirim di xeberdana xwe de wiha got: "Wellehî billehî mesele ne meseleya Kurdan e. Mesele astengkirina bihêzbûna Tirkiyeyê ye û qebûlnekirina zengînbûna însanê Tirkiyeyê ye."

Wek din dîsa îdîa kir derketina çiyê nemaye û wiha axivî: "Derketina serê çiyê qediya. Zarokên me êdî li pêşerojê mêze dikin. Lewra li serê çiyê rondik û zilm heye."

Herwiha got: "Rêxistina PKKê ku proje ye pirsgirêkeke vê rêxistina cudakar ya ji bona Kurdan tuneye. Pirsgirêk çi ye hûn dizanin? Kurd û Tirk ferq nake, ji bona vî gelî pirsgirêka PKK û FETOyê heye. Ji bona ev pirsgirêk ji kokê bê çareserkirin çi ji dest were em dikin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin