Serok Barzanî ji bo komkujiya sehîdkirina têkoserên Silêmaniyê peyamek belav kir

Serok Barzanî ji bo komkujiya sehîdkirina têkoserên Silêmaniyê peyamek belav kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro 9ê Hezîranê bi boneya 57 saliya komkujiya rejima Beasê ya li Silêmaniyê peyamek belav kir.

Serok Barzanî dibêje, Bi dehan têkoşerên Silêmaniyê ji ber ku sivikatiya li Barzaniyê Nemir û nirxên netewî qebûl nekirin ji aliyê celadê wê demê yê Iraqê  hatin şehîdkirin Zeîm Sidîq ve 9ê Hezîrana 1963yan bi awayekî dirinde hatin şehîdkirin.

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Kêm roj hene ku bîranîn û salvegerên karesat û êşên gelê Kurdistanê têda nebê. Îro salvegera karesateke dinê pir bi qurbanîdana xelkê Kurdistanê û bajarê Silêmaniyê ye. 57 sal berî niha li 9ê Hezîrana 1963 da dehan têkoşerên Silêmaniyê ji ber ku amade nebûn sivikayetî bi cenabê Barzaniyê Nemir û hêmayên neteweyiyên wan bikin, bi destê celladê wê demê (Zeîm Sidîq) bi awayeke dirindane hatin şehîd kirin.

Ew şehîdên serbilind mînaka niştimanperwerî û resenayetiya bajarê Silêmaniyê ne. Li vê bîranîna diltezîn da silav ji bo şehîdên 9 ê hezîranê û hemû têkoşerên resenên Silêmaniyê re dişînîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin