Kana komirê teqiya: Herî kêm 5 kesan can da

Kana komirê teqiya: Herî kêm 5 kesan can da

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li welatê Çekyayê di encama teqîn û herifîna kaneke komirê de, 5 karkeran can daye û ji bo rizgarkirina 8 karkeran jî xebat tên kirin.

Li gor zanyariyan teqîn di kana komirê ya kompaniya OKDê de ku li bajarê Karvina yê Çekyayê ye rû daye.

Hat zanîn, termê 5 kesan û bêhtirî 10 birîndan ji kanê hatine derxistin, lê hîn lêgerîn bo 8 karkerên din berdewam dikin.

Li gor ragihandina herêmî sedema teqînê kana komirê gaza metanê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin