5 sal û 10 meh ceza dan ronamevan Nazli Ilicak

5 sal û 10 meh ceza dan ronamevan Nazli Ilicak

PeyamaKurd- Nazlı Ilıcak bi sedema belgeyên dewletê yên ku divê bi dizî bimînin, aşkera kiriye, ji aliyê dadgehê ve, bi 5 sal û 10 mehan hat cezakirin. Hat ragihandin ku wan belgeyan ji arşîva serokerkaniya Tirkiyê hatine derxistin û îmhakirin. Lê tê gotin ku heman belge di rojnameya Bugün de ji aliyê Nazlı Ilıcak ve hatine belavkirin.

Rojnamevan Nazlı Ilıcak di parastina xwe ragihand ku wan belgeyan nedîtiye. Ilıcak weha got:”

“Jineka 75 salî me. Ji wê dosya ku 3 sal berê encam daye û dadgeh gotiye ne hewceye ew dosya dewam bike, ez car din têm darizandin. Ew belgeyên ku hun behs dikin, min wan belgeyan nediye.”

Tevî hemû parastinanên Ilıcak û parêzerê wê, dadgehê bi sedema ku belgeyên dewletê yên ku divên bi dizî bimînin, bi armanca casûsiyê kiriye belav kiriye, 5 sal û 10 meh ceza da rojnamevana jin Nazlı Ilıcak.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin