'Rews metirsîdar e, pêwîstî bi Pêsmerge heye'

'Rews metirsîdar e, pêwîstî bi Pêsmerge heye'

PeyamaKurd - Encûmena rêveberiya Kerkûk –Germiyanê ya PDKê beyanameyek derbarê rewşa niha ya Kerkûkê de belav kir û êrîşên terorîstan ên li hember hemwelatiyên bêguneh ên Kerkûkê em şermzar kir û got, "Bi bûyerên vê dawiyê rewş gihîştiye asteke metirsîdar.’’

Encûmena rêveberiya PDKê li Kerkûkê got, şewitandina dexil û danê hemwelatiyan û teqîn amaje ye bo rewşa ewlehiyê ya kawilbûyî û hemû pêkhate dibin armanca êrîşan.

Beyanameya encûmenê de tê diyarkirin, bûyerên terorîstî wek hewldaneke bo bidestxistina armancên siyasî yê çend aliyekan û nebûna hêzeke ewlehiyê ya bihêz jî dibe bingeh bo serî rakirina terorê.

Encûmena rêveberiya Kerkûk – Germiyanê ya PDKê bo çareseriya vê rewşa xirab a Kerkûkê jî destnîşan kir, pêwîstî bi hemahengiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin