PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên rewşa dawî yên Îsraîlê, piştî êrîşên ku ji Xezeyê dest pê kirin, li Îsraîlê bi fermî ‘rewşa şer’ hat ragihandin.
Li gorî daxuyaniya ku ji Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezaretiya Îsraîlê hat dayîn, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Wezîrê Parastinê Yoav Gallant, Sererkanê Sererkaniyê Herzî Halewî û rayedarên din ên payebilind ên îstixbarat û ewlehiyê civîneke ewlehiyê li dar xist û hat diyarkirin ku piştî rûniştinê li welêt "rewşa şer" hat ragihandin û operasyonên mezin ên leşkerî hatin qebûlkirin.
Her wiha di daxuyaniya navborî de hat gotin ku “Êrîşa terorîstî ya bi xwîn a ji Şerîda Xezayê, Îsraîl mecbûrî şer kir û şer 7ê Cotmeha 2023yan saet di 06:00ê sibehê de dest pê kir.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin