Şam: Tenê 300 girtîyên HSDê mane û têne berdan

Şam: Tenê 300 girtîyên HSDê mane û têne berdan

PeyamaKurd - Berdevkê tîma Serokatiya Sûriyê ji bo bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê Ehmed El-Hîlalî, ragihand ku proseya berdana girtiyan a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Şamê de gihîştiye qonaxên dawî.

El-Hîlalî eşkere kir ku di encama sê proseyên cuda de heta niha zêdetirî 1500 girtî hatine berdan û tenê nêzîkî 300 girtiyên din di destê HSDê de mane ku biryar e di demeke nêz de werin azadkirin. Bi vî awayî, ev doseya ku wekî beşek ji rêkeftinê ye ber bi dawiyê ve diçe.

Li aliyê din, hat diyarkirin ku ji bilî girtiyên di çarçoveya rêkeftinê de nêzîkî 500 girtiyên din bi sûcên cuda yên cuda di zîndanên HSDê de dimînin. Di heman demê de rageşiya malbatên girtiyan a li herêmên Kobanî û Cizîrê berdewam dike. Malbat bi xwepêşandanên rojane daxwaza eşkerekirina çarenivîsa xizmên xwe û azadkirina wan dikin.