PeyamaKurd - Nûnerê Serokê Sûriyê Ziyad El-Ayiş ragihand ku dewlet pabend e bi girtina dosyeya HSD û berdana hemû girtiyên siyasî û girtiyên nêrînê û hemû kesên bi sedema Şoreşa Sûriyê hatine girtin.
Ziyad El-Ayiş ku ji bo şopandina bicihkirina rêkeftina Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) û Şamê hatiye erkdarkirin got, "Di çarçoveya bihêzkirina ewlehiyê û pêkanîna aramiya giştgir de, em radigihînin ku dewlet Pabend e bi girtina dosyeya HSD û girtiyên bi ser ve".
Ayiş da zanîn, "Ev gav di çarçoveya hewlên berdewam de ji bo pêşveçûnê di proseya tevlîbûna niştîmanî ya giştgir de tê û di rojên bê de karwanê duyem ên girtiyên HSD dê werin berdan".
Nûnerê Serokê Sûriyê got, "Dewlet tekez dike ku ew rijd e li ser wergirtina hemû zindanên ku di destê HSDê de bûn û wan bike ser rêveberiya Wezareta Navxwe."
El-Ayiş diyar kir, "Dewleta Sûrî pabend e bi hewlên berdewam li gel HSDê ji bo berdana hemû girtiyên siyasî û girtiyên nêrînê û hemû kesên bi sedema Şoreşa Sûriyê hatine girtin".