Sanda bazirganî ya Îranê: Me di serdanê de encamên girîng bi dest xistin

Sanda bazirganî ya Îranê: Me di serdanê de encamên girîng bi dest xistin

PeyamaKurd- Serokê Jûra Bazirganiyê ya hevbeş a Îran û Iraqê Yehya Îshaq, li ser serdana şanda bilind a Komara Îslamî ya Îranê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku wan di wê serdanê de encamên girîng bi dest xistine.

Li ser serdana şanda bilind a ku serdana Herêma Kurdistanê kiribû, agahî ji aliyê Yehya Îshaq ve ji bo ajansa ILNAyê hatin parvekirin. Îshaq di agahiyên xwe de got,

“Şandeke bazirganî bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Karûbarên Aborî, serdana Herêma Kurdistanê kiribû û di wê serdanê de encamên gelek baş hatin bidestxistin.”

Serokê Jûra Bazirganiyê Yehya Îshaq, di derbarê encamên serdanê de hûrgilî parve nekirin lê belê ragihand ku biryar e di meha bê de pêşangeheke kompaniyên Îranê li Herêma Kurdistanê were vekirin.

Şanda Îranê, di 19ê Cotmehê de serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi awayekî cuda ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî û hin rayedarên din ên Herêma Kurdistanê civînek li dar xistibû.

Li gorî agahiyên hatibûn parvekirin, di hevdîtinê de hikûmetên Tehran û Hewlêrê tekezî li ser pêşxistina pêwendiyan a di warê bazirganî, dabînkirina hêsankariyên bazirgan û sermayedaran û nehiştina astengiyên li pêşiya tevgera bazirganiyê kiribûn.

Her wiha hatibû ragihandin ku dîplomasiya aborî ya di navbera herdu welatan de dê heta dawiya vê salê ji bazirganiya hevpar 10 milyar dolaran bi dest bixe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin