PeyamaKurd - Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Artêşa Pasdaran herî kêm du keştiyên bazirganî yên di Tengava Hurmizê de derbas dibûn bi gulebaranê rawestandiye.
Hêjayî gotinê ye, rageşiya navbera Amerîka û Îranê bandora xwe ya li ser seyrûsefera li Tengava Hurmizê berdewam dike.
Herî dawî Ajansa Tesnim a Îranê ragihand ku Artêşa Pasdaran di nav 24 saetên dawî de êrîşeke hişyarî li du keştiyên bazirganî kiriye û ew rawestandine.