Sanda Kurdistanê ji bo bicihanîna yasaya budçeyê diçe Bexdayê

Sanda Kurdistanê ji bo bicihanîna yasaya budçeyê diçe Bexdayê

PeyamaKurd - Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bicihanîna madeyên yasaya budçeya Iraqê û wergertina mafên darayî yên Kurdistanê diçe Bexdayê.

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Pêwendî û Şopandinê di Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Bextiyar Hacî ragiand: “Îro 30ê Gulanê Şanda Danûstandkar bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî diçe Bexdayê.”

Bextiyar Hacî got: “Armanc ji vê serdanê, ji bo tekezkirina pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi yasaya budceya Iraqê ya sala 2021an û tekezkirina amadebûna wê ji bo cîbicîkirina hemû pabendiyan e, ji bo ku mafên darayî yên Herêma Kurdistan wek xwe bigihin Kurdistanê.”

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Pêwendî û Şopandinê di Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê da zanîn: “Biryar e şande hevdîtinan bi wezîrên pêwenîdar re bike."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin