Şanda Kurdistanê ji bo pirsên darayî û mûçeyan diçe Bexdayê

Şanda Kurdistanê ji bo pirsên darayî û mûçeyan diçe Bexdayê

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike û wê çend pirsên darayî ligel hikûmeta federal gotûbêj dike.

Endamê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Perlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî  ragihand ku, şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Yekşemê serdana Bexdayê dike.

Hate diyarkirin ku Wezîrê Derve û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Fuad Hisên dê serokatiya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.

 

Duberdanî li ser armanca serdanê got, “Ew şand dê ligel hikûmeta federal a Iraqê bicive û dê pê re çend pirsên darayî nîqaş bike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, tevî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû pabendiyên xwe yên destûrî bi cih anîne jî, hikûmeta Iraqê her meh bi hincetên cuda cuda mafên darayî yên xelkê Herêmê dereng dişîne û para budceya Herêma Kurdistanê jî di qanûn budceyê de dabîn nake.