PeyamaKurd - Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî û şandeke payebilind ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Fazil Mîranî, pêşketinên leşkerî yên li herêmê û bandora wan li ser ewlehiya navxweyî ya Iraqê nirxandin.
Nûrî Malikî îro (Sêşem, 31ê Adarê, 2026) bi şanda PDKê bi serokatiya Fazil Mîranî re civiya.
Di civînê de, rewşa ewlehiyê ya li Iraqê di bin siya aloziyên heyî de hate nirxandin, û her du aliyan li ser pêşketinên leşkerî yên bilez ên li herêmê û encamên wan ên potansiyel li ser rewşa navxweyî ya Iraqê nîqaş kirin.
Bi tekezkirina li ser pêwîstiya xurtkirina aramiya navxweyî, parastina saziyên dewletê û xurtkirina eniya neteweyî li dijî her pêşketinek derveyî ku gefê li ewlehî û serweriya welêt dixwe, aliyan li ser mafên destûrî û hilbijartina serokatiyê û herwiha hejmarek mijarên siyasî nîqaş kirin.