Namzedê sewrokwezîrtiya Iraqê Ali Zeydî bi Nûrî Malikî re civiya

Namzedê sewrokwezîrtiya Iraqê Ali Zeydî bi Nûrî Malikî re civiya

PeyamaKurd – Namzedê serokwîrtiya Iraqê Ali Zeydî civînên xwe yên bi lîderên partiyên endamên Çarçova Koordînasyonê re dewam dike. Zeydî îro bi serokê Koalîsyona Dewlata Qanûn Nûrî al- Malikî re civiya.

Di nav Çarçovê de 7 partî hene û heya niha bi temamê lîderên partiyan re civînan kir. Di civînan de li ser mekanizma avakirina kabînê û têgihiştina rêvebiriyê rawestiyan.

Zeydî civînên xwe bi Dewleta Qanûn, Esas, Konseya Îslamî ya Bilind, Tasmîm, Tevgera Hîkmet, Bedir û Asaîb Ehlîhaq re kir.

Piştî hevdîtinan encamnama hevpar hat belavkirin û tê de hat gotin ku bendeyên welatiyan çi bin divê hukumneta nûh karibe bibe bersiva wan, hukumet ya netewî be û divê hewlên temamê terefan bibin yek.

Terefên din yên Herêma Kurdistanê jî hene divê Zeydî bi wan re bicive da di navbera wan de hemahengi çêbibe.

Niha li pêşiya Zeydî 30 roj wext heye da hukumeta xwe ava bike.