PeyamaKurd – Di demekê de ku krîza li gundewarên Helebê berdewam dike, Amerîkayê di qada dîplomatîk û leşkerî de gaveke girîng avêt.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack, li Enqereyê bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serfermandar Selçûk Bayraktaroglû re civiya.
Piştî vê hevdîtina krîtîk, hat ragihandin ku şandeyeke Amerîkayê gihîştiye herêma Dêr Hafirê ya di bin kontrola HSDyê de.
Tom Barrack li ser hesabê xwe yê "X"ê ragihand ku Washington 24 saetan dixebite da ku krîzê kêm bike.
Barrack destnîşan kir ku armanca wan vegera ser "danûstandinên entegrasyonê" yên di navbera Hêzên Ehmed Şera (HTŞ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye. Barrack bal kişand ser Peymana 10ê Adarê û daxwaz kir ku hemû alî li gorî vê rêkeftinê tevbigerin da ku aramî li Sûriyeyê pêk bê.