Şandeya Herêma Kurdistanê ji bo mûçe û dahatên navxweyî li Bexdayê ye

Şandeya Herêma Kurdistanê ji bo mûçe û dahatên navxweyî li Bexdayê ye

PeyamaKurd - Şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Encûmena Wezîran Umêd Sabah, îro ji bo gotûbêjkirina mijarên krîtik ên wekî mûçeyên fermanberan, şayisteyên darayî û radestkirina dahata navxweyî serdana Bexdayê kir.

Tê çaverêkirin ku şandeya Herêmê ligel berpirsên Wezareta Darayî û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal a Iraqê bicive. Rojeva sereke ya vê civînê, dabînkirina mûçeyên meha Hezîranê yên fermanber û karmendên giştî yên Herêma Kurdistanê ye.

Di vê çarçoveyê de, şandeya Kurdistanê dê daxwaz bike ku Bexda li gorî Qanûna Birêvebirina Darayî tevbigere û wekî formulekê nû, pêşniyar dike ku %50yê dahata navxweyî radestî hikûmeta federal bibe, lê li beramberî vê divê mûçeyên fermanberan bi awayekî tam û bêkêmasî werin şandin.

Ev serdan piştî daxuyaniyekî krîtik a Hewlêrê rû da; Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hefteyên borî de bi fermî nîgeraniyên xwe gihandibûn hikûmeta federal.

Di wê agahdarkirinê de hatibû destnîşankirin ku her çend berê biryarek ji bo şandina mehane 120 milyar dînar ji dahata petrolê ji bo Bexdayê hatibe girtin jî, ji ber guhertinên aborî û geşedanên dawî, dahata navxweyî ya Herêmê bi giranî daketiye.

Hikûmeta Herêmê bi zelalî dabû xuyakirin ku di bin van şert û mercên giran de, êdî ne gengaz e ku ew mîqdara diyarkirî peyda bikin û radestî hikûmeta federal bikin.

Ji ber vê yekê, civîna îro ya li Bexdayê wekî pêngaveke dîtina çareseriyeke nû û rûpela nû ya peywendiyên darayî yên di navbera her du aliyan de tê nirxandin.