Sandeya PDKê îro bi du aliyên din re dicive

Sandeya PDKê îro bi du aliyên din re dicive

PeyamaKurd –  Îro li Hewlêrê, şandeya polîtburoya PDKê bi polîtburoya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê û Partiya Komînîst (Şûî) a Kurdistanê re dicive.

Li gor zanyariyan: ‘‘Îro 19.10.2021ê di saet 10:30an de, li bajarê Hewlêrê şandeya polîtburoya PDKê wê serdana polîtburoya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê bike û herwiha biryar e di saet 11:30an de jî serdana polîtburoya Partiya Komînîst a Kurdistanê bike.’’

Herwiha hat zanîn, ew serdana PDKê ya ji bo aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, ji bo ava kirina yekdengî û derbaskirina wan pirsgirêkên di navbera aliyan a dema bangeşeya helbijartinê ye û PDK dixwaze Kurd bi yekdeng û yekrêz biçin gel aliyên din.’’

Berî niha endamê rêveberiya PDKê Bilind Îsmaîl eşkere kiribû, PDK herçend hejmara kursiyên wê zêdetir jî be, lê di xema yekrêzî de ye û dixwaze Kurd bi yekdeng biçin Bexda.

Herwiha destnîşan kiribû, şandeya PDKê serdana hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin